kikannews - Serokê ENS'ê Dr. Burhan Xeliyûn hebûna navê Kurdistanê li Sûriyê red kir û got ku 'li Sûriyê tiştek bi navê Kurdistana Sûriyê tune'
û di çareserkirina pirsa Kurdî de li dijî sîstema federalî derket û ew weku 'wehim' bi nav kir. Li gor nûçeya Rûdaw'ê, Xeliyûn ne navê Kurdistanê, ne jî di çareserkirina pirsa Kurdî de sîstema Federalî û Hikûmê Zatî qebûl dike. Serokê ENS'ê Xeliyûn aşkere û vekirî li dijî hebûna navê Kurdistanê li Sûriyê derdikeve û red dike ku navek weha hebe. Xeliyûn dibêje "Li Sûriyê ti herêm tunene ku niştecihên wê sed ji sedî Kurd in. Em behsa xwe rêveberkirina herêman dikin. Desthilata rêveberiya herêman rê dide her kesî ku bibe desthilatdar, çi Kurd bin an ne Kurd bin." Xeliyûn di hevpeyvîna ligel pêk hatî de balê dikişîne ser 3'ê xalan ji bo çareserkirina pirsa Kurdî û dibêje "Pejirandina mafên neteweyî yên gelê Kurd li Sûriyê û rakirina encamên zilma li ser Kurdan û dayîna tezmînatan ji bo goriyan; mîsogerkirina mafê fêrbûna zimanê Kurdî û pêşxistina edeb û çanda Kurdî; sîstema ne navendî ya rêveberî ji bo Sûriyê." Hêjayî gotinê ye, Kurd jî didin diyarkirin ku heta mafê gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd neyê naskirin û ew qet qebûl nakin ligel muxalifên Ereb peymanan girêbidin yan ligel wan tevbigerin.

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق
شارك معنا برأيك